PAYLAŞ

Hüseyin Donat ji Markazê (Pazarcık) ji gundê Şixraşan e.

Şixraş li Markazê him navê gundekî ye, him navê Ocaxekî Alawiyan e, him jî navê piyekî eşîreta Sînamiliyan e. 25 gundên Markazê giredayî piyê Şixraş in. Malbatê Hüseyin Donat bi sedan salin dadayên Alawîyan in.

(Dad adalet e, Dada jî kesê ku adaletê nîşan dide ye.)

Foto: Hüseyin Donat

Navê Ocaxê Şixraşan di nav beytan de jî derbas dibe. Wek mînak:

Bi devoka Markazê                               Bi devoka Dibistanê  

Daste gûlî minî raş a                               Destê gûlî minî reş e
Gûl da çinî maş ba maş a                        Gûl da çinî meş bi meş e
E ki coro ma bige                                    Ê ku cara me bige
Ocoxe Şixraş a                                       Ocaxê Şixreş e

Me bi Hüseyin Donat ve li ser merasîma oxirkirinê peyîvî…

Hin rexneyên te hene… Şaşitiyên ku tu dibîne çi ne?
* Em bi zimanê Alawî neaxivin.
* Em nabêjin “Mir”; em dibêjin “Çûye Haq” yan jî “Dunya xwe gerî.”
* En nabêjin “Me bin ax kir”; em dibêjin “Me sir kir.”
* Em dema merasîmê nimêjê nakin. Emê dewriye bixwînin.
* Em duayên Îslamê yan yê Xrîstiyanan nexwînin. Emê bi tembûrê oxir bikin.

Çima em dibêjin “Sir”?
Tiştên ku nayên zanîn sir e. Tiştên ku nayên gotin jî sir e. Tu waqfa sirra ar, hewa, av û axê ye? Ew sir in. Dema ku tu dimiri, beden û rûhê te dikeve kîjan macereyan (serpêhatî)? Ketine piştê bav û rahmê dayê çawa çêdibe? Û cardîn tu çawa tê rûdinê? Ji bo we Alawî dibêjin “Me sir kir.”

Mezelên kevin û mezelên îro jî cûda ne. Di mezelên kevin de serî ber bi rojê ye. Ango cîhê ku roj derdiveke… Piraniya mezelên îro ber bi kible ya Îslamê ye. Çima wisa ye?
Ev jî asîmîlasyon e. Mezelên kevin rast in. Mirov bi xwe ji rojê hat. Ji nûrê hat. Tu wî mirovî dişîne cîhe ku lê hatî. Alawî dibêjin “Em ji Xorasanê hatin.” Xora-San çi ye? Cîhê ku roj derketî ye… Alawî dibêjin “Em ji cihê ku roj derketî hatin.” Ji bo ve jî em dema ku kesekî sir dikin serî wî ber bi rojê dikin. Wê çaxê mûzîk lêdixe. Bi Tembûra Kurdî (rûzba, 13 perdeyên xwe hebûn)…

Çima em bi mûzîk dişînin?

Ji ber li gorî baweriya me ruhê mirov li bezm-î elezê bi mûzîkê ve hate rû alemê.

Mewlewî (Mevlana) jî bi mûzîkê çexdibin?
Mewlewî bi seatan bi neyê ve li dora xwe çexdibin. Mewlana dibêje, “Mirov bi xwe neyeke.” Bedenê mirov wek ney qebûl dike. Neyê qalibekê xwe heye û dengê derdixe. Dema ku semah çexdibin etekan xwedikin, kulav jî de serê wan de ye. Kulav kevirê mezel e. Ji neyê re dibêjin kuran-i nafik.

Kuran-i Nafik… Kuran gotinekê Îslamî ye?

Kuran gotinekê Suryanî ye. Manaya xwe kitêb e. Sed sal berê hemû kitêb wek Kuranê pîroz bûn. Alawî jî ji tembûrê re dibêjin Kuran-a bi têl. Ango kitêb a bi têl.

Zirne jî deng derdixîne. Çima tembûr û ney?

Dengê zirneyê tîz e. Dema ku tu sir dike dengekê xemgînî pewîste. Axaftin çêdibin, gûlbank tene gotin û dewriye tene xwendin.

Çima dewriye?
Dewriye an jî reenkarnasyon çi ye? Dema ku tu rûhê xwe teslîm dike elementên bedena te ji hev vediqetin. Ar, hewa, av û ax… Paşe vedigere giya, heywan û mirovan… Ve rêwîtiyê re em dibêjin dewriye, zanist dibêjin reenkarnasyon.

***

Min bi Hüseyin Donat re hevpeyîvînek dirêj kir. Hevpeyîvînê ezê bi temamî kitêb a xwe ya nû biweşînim.

PAYLAŞ

Yorumunuzu yazınız