Ana Sayfa Halil Dalkılıç Kê, kengê, çawa û bi çi ava bike?

Kê, kengê, çawa û bi çi ava bike?

106 views

Gotineke Afrîkiyan heye; ku pir kesan bihîstiye: “Heta ku şêr dîroka xwe bi xwe nenivîsin, di çîrokên neçîrvaniyê de wê tim pesna qehremaniya neçîrvanan bê dayîn.“

Heman çîrok îro di siyaseta cîhanî de tê dubarekirin. Serdest gorî berjewendiyên xwe rojevê diyar dikin û xelk gişt li derdora rojevên wan dikevin qirika hevdu. Yên ku rojevên siyasetê diyar dikin, ji hêlekê ve hemû nirxên mirovî pûç dikin û jiyanê ji nirxên moralî bêpar dihêlin, ji hêla din ve jî xwe wek parezvanê hemû nirxên mirovî nîşan didin.
Yanî hem sucdar in him jî qaşo qehreman(!) in!..

Wer xuya ye; ku heta xelkên li seranserê cîhanê ji bandora siyaseta serdestan xwe rizgar nekin, çîrokên ‘mafê mirovan, azadî, rizgarî, maf, dad û demokrasi’yê wê tim û tim ji hêla serdestan ve bên nivîsandin û di wan çîrokan de serdest wê tim wek ‘parezvanên van nirxên însanî‘ bêne diyarkirin!..

Li ber çavan e; îro li Rojhilata Navîn ji ber siyasetên serdestên navnetewî û bi ya wan ve girêdayî, ji ber siyasetên serdestên despot ên herêmî xwîna xelkan tê rijandin, dîroka xelkan a bi hezaran salan tê hilweşandin û hemû nirxên ku bona aramiya xelkên li herêmê bihatana bikaranîn, gişt tên talankirin. Lê li hember rewşa siyasî ya îro ya ewqas aloz de, her kes bi baldarî dipê, ku gelo ka Amerîka an Rûsya wê kê ji xwe re wek hevkar an wek dost hilbijêrin, wê pesna kê bidin?!..

Di nava vê hengameyê de hemû pêkhatinên hov, dijetîk, ne baş û dijînsanî wek helwest, nirx û kultura xelkên herêmî tê nasandin; lê li hemberî vê yekê, dîsa jî bo rizgarbûna ji vê rewşê hêviya her kesî bi hêzên serdest, ên bi xwe sebebê van pêşketinan e ve tê girêdan.
Her kes li benda wê ye; ku ka Amerîka wê çi bike, kê ji xwe re wek dost hilbijêre?!. Gelo Rûsya wê derbarê kê, çi bibêje?!..

Li gel helwest û sekna hêz û xelkên din, Tevgera Azadiyê ya Kurdî tekane hêza xwedî perspektîf û têkoşîneke serbixwe be jî, him Kurd him Tevgera Azadiyê jî xwe bi giştî nikanin ji bandora vê rewşê rizgar bikin.

Li cem Kurdan jî derbarê mijara avakirina jiyaneke xweser de li bendêmayîn wek helwesteke bi giştî xwe dide der. Mîna ku her tişt ji dewletan an jî ji rêxistinê tê payîn û rewşeke wekî ku qey jiyana Kurdewar wê ji hêla aktorên derveyî bê avakirin, li dar e!..
Li hinda berxwedana li dijî êrîşên dewletan û rêxistinên terorî, xeynî Rojava, avakirina jiyaneke xweser ya bi nirxên Kurdî xemilandî zêde nabe rojevê Kurdên din. Di xelkê de motîvasyona bertek nîşandanê hinek hebe jî, ya avakirinê pir kêm e.

Li hinda berxwedana çekdarî, têkoşîn, siyaset û dîplomasiyê, pêwîstiya xemilandina jiyanê bi hewldanên çandî, perwerdeyî, hunerî, sportîf û aborî ji her demê zêdetir e. Ev hewildan çiqas bi rengê Kurdî bin; asîmîlasyon wê ewqas bêtesîr were hiştin, sibêroja Kurdan jî wê ewqas zindî, rengîn, çalak û afirîner be…

Derbarê vê meseleyê de hinek bar dikeve ser milê siyaseta Kurdî. Qasî geşkirina motîvasyona berxwedan û têkoşîna li hember êrîşên dewletên serdest û hêzên girêdayî wan, herwiha ji bo avakirin û mayîndekirina sazî, rêxistin û têkîliyên Kurdewarî jî pêşxistina rojevên bênavber divê.

Wekî tê zanîn; li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk sazî û rêxistinên ku di nava van sî salên dawî de hatibûn damezrandin, gişt girtin. Rast e; rewş pir dijwar û aloz e, lê qey nebe jî; hewildanên ji bo dagirtina şûna van sazî û rêxistinan divê bê navber were pêşxistin. Helbet ji bo ku di xelkê de ev motîvasyon pêşbikeve, gereke pêşeng yanî Tevgera Azadiyê vê mijarê jî qasî rojevên bertek nîşandan û berxwedanê, wek siyaseteke sereke tim di rojevê de bihêle…

Wexta ku mirov gotina Afrîkiyan gorî rewşa Kurdan û ya xelkên Rojhilata Navînî biguhere; dikane bêje; “Kê ava kir, jiyan a wî/wê be!..“

Divê meydan ji dewletên dagirker re vala neyê hiştin û xelk dîroka xwe bi xwe binivîsin. Li hinda şer, berxwedan, têkoşîn û dîplomasiyê wekî ku li Rojavayê Kurdistanê heta radeyekê pêşketiye û hewildan bê navber dewam dikin; bi taybetî Kurdên li Bakur û li diyasporayê jî gereke psîkolojî û helwesta betal û li bendêmayînê ji ser xwe bavêjin. Kurdan îro kanîn bi vîn û hêza xwe çi avakirin, çi mayîndekirin; ew ê sibê tenê xwediyê wê/wî bin…
Divê neyê ji bîr kirin, ku wekî di her meseleyên civakî de aşkere bûye; di avakirina jiyana Kurdewar de jî eger rola jinan wek pêşengî xwe bide der; wê bandoreke berbiçav li ser civakê bike, ku civak bi giştî ji bo avakirinê xwe bilivîne û bikeve nava tevgerê…

Bi vê boneyê; 8ê Adarê Roja Jinan, di serî de li jinên Kurd ên bargiran, kedkar û têkoşer, li jinan giştan pîroz be…