PAYLAŞ

Îro li seranserê cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn, Afrîka û Asyayê dîn û bawerî ji hêla serdestan ve weke îdeolojiyeke şer tê bikaranîn.

Bawerî ji civakbûna mirov dest pê dike û li gorî hewcedariyên însan, civak û xwezayê bi pêş dikeve û di pêkhatina civakbûna watedar û exlakî de rolekî girîng dilizîn. Yanî di rastiya xwe de ol û bawerî nirxeke civakî ye û helwêst û têkiliyên civakî watedar dike.

Rîtûel û tiştên zahîrî belkî di mayîndebûna baweriyê de xwedî rolekî ne, lê bi serê xwe nayên maneya îbadetê. Îbadet ew helwestên ku bandorê li ser aramîkirin û moralîkirina jiyanê dikin in.

Bi bajarîbûn, pêşketina hişmendiya desthilatdariyê û dewletbûnê ve, serdestan ji bo ku civakê bixin bin kontrola xwe, ol ji qada civakî û xwezayî qut kirine û heta îro wek îdelojî û polîtîkayên serdestiyê bi kar anîne. Ji ber van polîtîkayan, ol û bawerî di nava vegotin, rîtuel, sembol û şeklan de ji wateya xwe ya resen hatiye derxistin.

Lewre îro mirovahî tiştên şeklî yên ku desthilatdar bi navê dînê datînin pêşiya wan, dikevin qirika hevdu û bi hêsanî komkujiyan pêk tînin. Tirsa min ew e; heta ku mirovahî, ol û baweriyê di nava watedarkirin û moralîzekirina jiyanê û helwêstên ahengî yên di navbera zindiyan de negerin, ev hovîtî wê ji hêla serdestan ve tim wek çekekê bê bikaranîn. Dîn an jî bawerî divê di nirxên însanî, civakî û xwezayî de bê şopandin.

Polîtîkayên serdestan li hember Elewiyan

Li Bakurê Mezopotamya û Anatolyayê civakên Elewî di dîrokê de, di serdema Osmaniyan û Komara Tirk de bi zordestiyê re rû bi rû mane. Piştî şerê sala 1514’an ê di navbera Şahê Osmanî Yavûz Selîm û Şahê Safewî Îsmaîl de pêk hatî, Elewiyên di bin desthilatdariya Osmaniyan de dimînin, hinek tên kuştin, hinek xwe vedişêrin, hinek jî asîmîle dibin. Ji wê çaxê û şûn ve li Îranê jî pêvajoya Şiîbûnê dest pê dike.

Yanî yên ku bi polîtîkayên serdestan re rû bi rû dimînin bi piranî asîmîle dibin. Lê yên ku li çiyan, ji desthilatdaran dûr, nirxên xwe yên civakî û xwezayî diparêzin, di sîstema xwe ya civakî, eşîrtî û ocaxî de bêyî dewlet û otorîteyê, jiyaneke xwezayî dijîn.

Piştî avabûna Komara Tirk, ji sala 1925’an şûn ve Elewîtî bi qanûna qedexekirina dergehan tê astengkirin. Dergeh têne girtin, sembol û navên kesayetên olî yên Elewiyan tên qedexekirin. Elewî îro mîna dînên serdestan û bi hişmendiya wan a zahîrî radihêjin Elewîtiyê û li şûna ku vegerin reseniya wê ya civakî, bêhtir ji wateya wê ya civakî bi dûr dikevin…

Dewleta Tirk polîtîkayên asîmîlasyona Kurdan jî di serî de li ser Kurdên Elewî bi pêş dixe. Ji ber vê, Kurdên Elewî li Koçgirî, Dêrsim, Meletî, Elbîstan û Mereşê heta salên 1980’yî bi komkujiyan re rû bi rû têne hiştin. Cografya Kurdên Elewî yanî bakur û rojavayê Çemê Firatê, bi piranî bi vî awayî hatiye valakirin. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî herwiha bi polîtîkayên dewletê, Kurdên Elewî di serî  de li Ewropayê û paşê jî li seranserê cîhanê belav bûne.

Îro li Tirkiyê Elewîtî hên jî bi fermî nayê qebûlkirin. Di pratîkê de zêde astengî nebe jî ev qedexe, Elewiyan dixe bin bandora nirxên ku ji hêla serdestan ve tên ferzkirin. Tevahiya perwerdeyê bi nirxên Misilmantiya Sunnî ya şeklî tê meşandin.

Jixwe desthilatdariya partiyeke dînperest a Sunnî (AKP), jiyana civakî bi sembolên zahîrî yên Misilmantiya şiklî dagirtiye. Saziya Diyanetê jî feraseta dewletê ji serî heta binî li gorî Misilmantiya Sunnî dirûst dike. Welatekî ku lê saziyeke mîna Diyanetê hebe, li wir ne behsa azadiya baweriyê tê kirin, ne jî behsa laîktiyê. Li gel vê yekê, dewletê dest avêtiye Elewîtiyê jî û wê bi nirxên Sunnîtiya zahîrî berovajî dike.

Rêxistinên Elewî û Kurdên Elewî

Li Tirkiyê û li Ewropayê di rêxistinên Elewiyan de bandora siyaseta dewleta Tirk a bi rengê Kemalîzmê zêde ye. Nasnameya Kurdî di rêxistinên Elewiyan de heta niha li derve dihate hiştin. Li gorî texmîna min ji sedî 80´yê Elewiyên rêxistinî Kurd in. Li Tirkiyê rêxistinên Elewiyan di dawiya salên 1980’yî de bi pêş ketin.

Hên jî xema ti nûnerên rêxistinên Elewî ya ji bo pêşîgirtina asîmîlasyona nirxên Kurdî tune ye. Di van rêxistinan de Elewîtî wek baweriyeke ‘Tirk’ hatiye nasandin û di hişê însanan de wer hatiye bicihkirin. Kûrahiya asîmîlasyona li ser Kurdên Elewî, jibîrkirina zimanê Kurdî û îbadetên bi zimanê Tirkî jî tesîr li vê yekê kiriye. Ev rewş niha bi têkoşîna giştî ya Kurdan re diguhere.

Elewiyên Kurd ên ku hewla li pêşîgirtina asîmîlasyona etnîkî û bawerî dikin li Tirkiyê bi nave Komaleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û li Ewropayê jî di bin Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) de xwe bi rêxistin dikin. Ev îro bandoreke mezin li ser siyaseta derbarê Elewiyan de dikin. Kongre û konferansan çê dikin. Di medyayê de dengê wan ji her demê zêdetir derdikeve. Bi hişmendiya Elewîtiya ku pêş dixin, her ku diçe bandora xwe li ser Elewiyên Kurd ên di rêxistinên din ên Elewiyan de jî dikin.

Bi pêşketinên siyasî yên li Tirkiyê ve girêdayî, wer xuya ye ku rêxistinên Elewiyan wê biguherin. Ji xwe bi pêşketinên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê re, Kurdên Elewî yên li diyasporayê jî bala xwe dane Kurdistanê û nirxê xwe yên civakî û Kurdewarî…

Yorumunuzu yazınız