PAYLAŞ

Haşim Kutlu, nivîskarekî Kurd û Alawî ye. 15 sal li zindanên dagirkerên Tirk de ma. Piştî zindanê dest bi nivîskariyê kir. 20 sal in taybetî li ser Alawîtiyê dinivîse. Lê li ser xwe gelek agahî tune. Lomo min xwest ku ez pêre roportajek bikim. Çîroka bavê kekê Haşîm balkeş bû. Ez dixwazim vê çîrokê parve bikim…

Haşîm Kutlu ji kuderê ye û kuderê hatiye dinyayê?

Ez li Afşînê (Yorpûz) gundê Axcaşar e me, lê li Hacibektaş hatime dine.

Dema serdanê?

Na xêr. Bavê min zarokatiya xwe de diçe dergahê û xwe qurbana dergahê dike. Li wêderê mezin dibe û dizewice.

Xwe qurban kirin çiye?

Berê zarok diçûn dergahan û wederê mezin dibûn. Xizmeta wê dikirin. Ji bo vê wan re digotin “qurban”.

Qurbaniya bavê we çawa bûye?

Bavê min bi cewikê xwe re hatiye dine. Bi salnameya Hicrî di sala 1327an de (bi Mîladî 1910)… Cewikê xwe liserxwe, bavê min jî bîçek nixweş bûye. Dapîra min Perîxan dibêje, “Eger bijî ezê qurbana dergahê bikim.” Dema 10 saliya xwe murşîdê dergahê Veliyeddîn Hurrem Çelebî te gundê me. Dapîra min dibêje, “Pîro, ev qurbana we ye. Zarok bi xwere bibe.” Ew jî serê bavê min mist dide û dibêje: “Dayê, ew hîn zarok e. Hewcedariya te pêre heye. Dema xwe hat ewê bi xwe were.”

Piştî du salan rojeke sibê radibin ku bavê min tûne ye. Digerin lê nabînin. Dapîra min Perîxan dibêje, “Pêwîstiya telaşê tune ye. Xwediyê wî hilgirt û bir.” Bi îtîqat e û wisa difikire.

Axcaşar kudere Hacibektaş kudere?

Navbera wan de sînorên Mereşê, wilayetê Kayserî û Kirşehîrê heye. Herî taybet jî rê û ziman nizane. Lê bavê min piştî çend mehan dergahê dibîne.

Dema ku dergahê dibîne çidike?

Hacıbektaş wê demê gundek bûye. Kopmleksekê qonaxê hebûye. Ew qonax jî yê malbata Hunkar –Malbata Ulusoy– bû. Dorê xwe bi dîwar bû. Tam li nîvçeyê gund e. Ew der navenda dergahê ye. Deriyêkê mezin yê bisêtelik (çatal) heye.

Nobetdar li ber derî ne. Bavê min te û wan re dibêje: “Ez tem, ez qurbanim. Ez hatim.” Li wêderê Kurd, Ermenî, Laz û Turkmen hebûne. Lê nobetdarên wê rojê ne Kurd bûne. Xeber dişînin ji qonaxê re… Veliyeddîn Çelebî derhal nasdike. Dibêje, “Zarokê dayê Perîxan e. Jê re xizmet bikin û xeber bişînin gund ku mina mirax nekin.”

Musahîbê bavê min Ermenî bû. Jê re digotin Memedê Şivan. Jina wî jî Donê Meletî bû. Dayîka min a musahîb vê meselê min re gotibû. Ew jî derwîşên xizmetkar bûn.

Navê bavê min Husên e. Lê jê re digotin “Bavê Qurban.” Bavê min li dergahê di sala 1962an de çû ye haq. Ez jî hetanî 26 saliya xwe li dergahê de mam. Min hemû sistem, jiyan û perwerdeya dergahê dît. Ew jî ji bo min tecrube ya herî mezin bû.

PAYLAŞ

Yorumunuzu yazınız