PAYLAŞ

halilXelil DALKILIÇ

Serdestan, kengê qeneh bûne ku wê bi qirkirinê xelkan ji holê rakin, bi bêwijdanî ew metod bikar anîne. Lê wexta ku qeneh nebûne, wê çaxê bi riya koçberkirinê hewldane ku bigihîjin heman armancê. Di dîroka Kurdan de mînakên wer pirr in. Hên di sedsala 16. di dema şerên nava dewleta Osmanî û ya Safeviyên Îranî de bi taybetî Kurdên Elewî him ji Bakur û him jî ji hêla Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê hatine koçberkirin û li Xorasanê mîna bendavekê li ber êrîşên Ozbek û Tirkan hatine bicihkirin…

Heta avabûna Komara Tirk jî Kurdan kengê nerazîbûnek li hemberê Osmaniyan nîşan dane, wê çaxê bi heman awayî an hatine kuştin an jî bi darê zorê ji warên xwe hatine dûrxistin.

Li Bakur, di salên avabûna netewdewleta Tirk de jî sewa tunekirina Kurdan, mîna ku berê li serê Ermeniyan hatibû, him bi kuştinê him jî bi koçberkirinê siyaseta qirkirinê hatiye meşandin. înkar û tunekirin mîna helwesteke sereke bûye polîtîkaya hikûmetên Tirk giştan. Di encama vê yekê de piraniya Kurdên Elewî ji Kurdistanê hatine koçberkirin û li çar hêlên cîhanê belav bûne. Û di nava salan de li Dêrsim, Erzingan, Sêwas, Meletiyê, Mereş û Dîlokê rengên kurdewarî bi vî awayî hatine çilmisandin…

Tu kes bi dilxwazî cih û warê bav û kalê xwe bernade û nare tu warên xerîbiyê. Di xwezayê de her zindî bi hebûn, têkîlî, danûstandin, kultur, derdor û hestên xwe ve ekolojiyekê pêk tîne. Wexta ku mirov ji cih û warê ku jê nasname, hest û kultura xwe girtî dûrbikeve û tevlî civak û derdoreke xerîb bibe, xwezahiya xwe jî wenda dike. Derdora nû koçberan dike însanên cihê û ew êdî bi pîvanên civaka xwe nayên naskirin…

Ji çîroka koçberiya Kurdên Elewî ez dixwazim werim ser mijara koçberiya Kurdên Rojava. Belkî hinek kes bibêjin; ma eleqeya Dêrik û Qamişloyê bi Dêrsim û Mereşê re çi ye? An jî wiha bêjin; Kurdên Rojavayî berê xwe dane Başûr; gelo Başûr jî ne Kurdistan e? Helbet divê her Kurd beyî astengiyekê li her çar parçeyên Kurdistanê bikane bigere û lê bicih bibe. Lê îro li pirsgirêka valakirina Rojava re bi vî awayî û bi ewqas safî mêzekirin him xeflet e, him polîtîkkorbûn e, him jî bi zanebûn an bêyî zanebûn, di vî şerî de destekdayîna neyarên Kurdan e!..

Tenê qutbûna bi hehhezaran însanên me ji warên xwe û bi mecburiyetê mayîna di kampên penaberiyê di nava sefaletê de, bi serê xwe trajediyeke pirr mezin e. Di bin ewqas êrîş û dek û dolabên ewqas zêde dijminan de pêşîvekirin û bona berjewendiyên siyasî bikaranîna vê rewşê jî bêwijdaniyek e. Divê Kurd bikanin li cih û warên xwe, xwe têr bikin û di nava ewlehiyê de bijîn. Û piştî ewqas êş û bedelan, divê valakirina parçeyekî welêt jî ewqas bi hêsanî nebe!..

Neyarên Kurdan û hevkarên wan bi van polîtîkayan him welat him jî bi wê re hindurê nirxên kurdewarî vala dikin. Di çel salên vê dawiyê de Kurdan di nava têkoşîneke pirr dijwar de kesayetiyeke azad û bi îrade afirandin. Ev kesayeti bi havêna nirxên welatparêzî, civakparêzî, mirovhezî, wekhevî, edalet, wijdan û azadiyê pêk hat.

Kesên ji welat, derdor, civak û xwezahiya xwe dûrdikevin, ji azadî û îradeyê jî dûr dikevin û li ber destê xelkê kesayetiya xwe jî wenda dikin.

Îro bi polîtîkaya valakirina Rojava re him fetisandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, him dûrxistina Kurdan ji hêviya azadiyê, him jî kuştina ev kesayetiya Kurdî ya serbilind tê xwestin…

Ên ku xeyalê vê yekê dikin divê bizanin, ku di bin pirê re pirr av herîkiye. Polîtîkayên qilêr ên sewa valakirina Rojava, mîna yên li Bakur encamê nagirin. Ji ber ku Kurd ne Kurdên berê ne; îro li her çar parçeyên welêt birêxistinî ne û ji bo yekîtiya neteweyî gavên dîrokî diavêjin. Bona vê yekê jî yê ku li Dêrsim û Mereşê pêk hatî ne mimkûne, ku li Rojava jî pêk were!…

Yorumunuzu yazınız