PAYLAŞ

ermeni_mezarligiXelîl DALKILIÇ

Li gund li hinda tirbên gundiyên me tirbên cihê yên li ser wana nivîsên ku me jê fam nedikir hebûn. Çend xirabeyên bi kevirên gir nîşan dida, beriya ku yên me hatine û ew der ji xwe re kirine war, kesên din li wir hebûne. Berê kî li wir maye, kesek nizane. Herwiha dizanîne ku ew ne Kurd in; lê ji ber ku ji xwe re pirr nêzik, mîna xism û meriv dîtine ku tirbên xwe li hinda yên wan, di nava hev de çêkirine…

Ew tirbên ku di zaroktiyê de em di nava wan de dilîstin û nivîsên pirr ecêb li ser wan hebû heta îro ji bîra min neçûn. Îro em dizanin ku ew ên Ermeniyan in. Lê zar û zêçê wan Ermeniyan kengê û çima ji wir barkirine û çi hatiye serê wan, kesek ji me nizane!..

Li Dîlokê mirateyên ji Ermeniyan mane tev ji hêla dewleta Tirk ve hatine talankirin. Dewletê hinek dêrên Ermeniyan kiriye zindan, hinek jî çayxane. Û piraniya wan jî wek mizgeft tên bikaranîn…
Di sala 1980’yê de dema li Tirkiyeyê cûntaya leşgerî desthilatdarî bi darê zorê hilanî destê xwe, mîna bi dehhezaran kesên din, bavê min jî xistin zindanê. Wê çaxê di hefteyê de carekê me dikanî xwarin ji mal bibira zindanê. Her roja înê diya min sewa bavê min xwarin çê dikir. Min navê wî li ser kîsê xwarinê dinivîsand û li sûka bajêr datanî cihekî. Paşê jî ji zindanê dihatin û dibirin. Mehê carekê jî em diçûn hevdîtinê. Di korîdoreke teng û tarî de bi dehan kes bi hev re li paş têlên bi tengî hatine rêsandin ji bo çend deqîqeyan li nava çavên hev mêze dikirin û halê hevdu dipirsîn. Ew der di çavê minî zaroktiyê de mîna cihekî tijî sir bi min dihat. Çend sal şûnde ew zindan restore kirin û du minareyên bêeleqe pêve kirin. Dema wek zindanê dihate bikaranîn, mirov pê nedihesiya ku ew dêreke Xirîstiyanan e. Wexta restorasyonê dema min dît, him heyecanekê ez girtim him jî xemgîniyekê. Ew dêra Ermeniyan a sedsalî û ewqas xweşik, kiribûn mizgeftekê. Heyfa mirov lê dihat; qey tu cihê sewa nimêkirinê nema bû!..

Li Dîlokê dêreke din a Ermeniyan hebû û ew jî ji bo mamosteyan kiribûn çayxane. Di destpêka salên nodî de dema ez xwendekarê zanîngehê bûm, em diçûn lokaleke ku jê re digotin ‘Mala Mamosteyan’. Qatê jor wek Midûrtiya Perwerdeyê qatê jêr ê li havîne pirr hênik û li zivistanê ewqas germ bû jî wek çayxane dihate bikaranîn…

Tê gotin; di dawiya sedsala 19’an de li Dîlokê dora yek ji çar kesan Ermenî bûye. Lê îro tu kesî ku Ermenîtiya xwe aşkere bîne zimên êdî nemaye!..

98 sal berê li Stenbolê dora sê hezar rewşenbîr, nivîskar, hunermend, mamoste û parêzêrên Ermenî di berbanga roja 24’ê Nîsana 1915’an de ji mal tên girtin û birin. Ew careke din nema vedigerin malê û tu kes wana li tu deran nabîne. Û di hindirê çend rojan de di nava sînorên dewleta Osmanî de bi destê nijadperestên Tirk ên Îttîhatperwer qirkirina Ermeniyan dest pê dike. Ne tenê ew rewşenbîr, ne bi hezaran û sed hezaran kes; tam milyonekûnîv zar û zêç, kal û pîr, jin û ciwan tên qirkirin û yên mayî jî ber bi welatên xerîbiyê ve tên bi rê kirin. Piraniya yên ku hatin sirgûnkirin an di rê de têne kuştin an jî ji birçîtî û nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin…

Ermeniyên ku ji wê qirkirinê saxmayî tev bi bîranîn û êşên xwe li cîhanê belav bûn.  Serdestên Tirk jî bi talankerî dest danî ser nirx, kultur û dêrên wan. Mîna hebûna wan navê wan jî ji holê rakirin. Tirbên wan û êşên wan jî ji me Kurdan re man!..

PAYLAŞ

Yorumunuzu yazınız