PAYLAŞ

halilXelîl DALKILIÇ

Dîrok ji her hêlan ve dîsa Kurdan dipîve; ka wê ji vê dem û dewra tevlihev re çitûlî bi serkeftî derbasbin? Mîna îmtihaneke dîrokî ye; di va çaxa ku em tê re derbas dibin de li hemberê ewqas êrîş û lîstikan, Kurd wê bikanin hêz û yekîtiya xwe biparêzin an na?..

Elewî, Sunî, Êzîdî, Cihû û Zerdeştiyên Kurd hene. Belkî jî li Rojhilata Navîn di hêla baweriyê de xelkekî din ê mîna Kurdan ewqas rengîn û zengîn tune ye! Kurd bi van nirxên civakî re bûne Kurd û bi dervemayîna ji van yekê re Kurdewarî jî wê rengekî xwe wenda bike…

Îro dîsa listîkên ji bo parçekirin û tenêhiştina Kurdan li dar in. Niha jî Elewî û dostên Kurdan ên çepgir û sosyalîst bi ‘yekîtiyeke îslamî’ ve tên tirsandin. Propagandayeke reş bi gotina “Kurd li Rojhilata Navîn wê di eniya Sunnî de cî bigirin. Bona vê yekê jî sibêroja Elewiyan di xetereyê de ye!” tê meşandin.

Ji xwe mihafazakar û îslamîstên Tirk jî propagandayeke wekî “Tevgera Kurd Elewî ye û dijminatî li Misilmantiyê dike” dikin. Hinek komên Kurd ên di salên 1990’an de bi hêzên tarî yê dewletê re bi sedan Kurdên bê gune kuştibûn jî heman retorîkê bikartînin. Di derbarê bûyerên di hefteya çûyî li Zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê pêk hatî de, nûnerekî partiya nû ya tevgera Hîzbûllahê dibêje, “ji ber provokasyona çepgir û Elewiyan xwendekarên BDP’î êrîş anîn ser me!..”

Ev bi xwe polîtîkaya dewleta Tirk a sereke ye… Wekî tê zanîn Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di her firsendê de heqaret li Elewîtî, Sunnîtî, Êzîdîtî û Zerdeştiya Kurdan dike. Niha jî serşewirmendê wî û pisporê şerê psîkolojîk Yalçin Akdogan heman gotin hilaniye ser zimanê xwe û bahsa qaşo şerxwaziya Elewiyên Kurd dike. Akdogan îdîa dike ku di nava Tevgera Kurd de rêveberên Elewî şer dixwazin û bi eniya Şiî ya Îran, Iraq û Suriyeyê re tevdigerin!

Hêlek bi gotina “Kurd Elewî ne”, hêla din jî bi gotina “Kurd Sunnî ne” dixwazin seriyê Kurdan û dostên wan tevlîhev  bikin û pêşiya sazîbûna eniya demokrasiyê ya Kurd, Elewî, Misilmanên demokrat, kedkar, çepgir û sosyalîstên li Tirkiyeyê bigirin. Û bi vê yekê re jî hêz û yekîtiya Kurdan parçe bikin, Kurdan tenê bihêlin…

Rewşeke pirr balkêş û sosret e; ne werg e?..

Gelo çima him Misilman him jî Elewî, him mihafazakar him jî kesên çepgir ji azadbûna Kurdan bitirsin? Çiyê Kurdan û kîjan pratîka Kurdan wana ditirsînê?..

Helbet bersiva van pirsan ev e ku; him kevneperestên qaşo doza Îslamê dimeşînin him jî qaşo çepgirên ev demek e bûne ‘hezkiriyên Elewiyan’ û wana bi rejîmeke Sunnî ditirsînin ji heman tornaya kemalîzma dewleta Tirk derketine.Him Tirkparêz him jî nijadperest in. Di fikir û feraseta wan de hên jî tu şûn ji Kurdan re tune ye. Wexta ku navê Kurdan, maf û nirxên wan dibihîsin mîna ku şûjin bi wan dikeve, hildipekin!..

Qirkirinên li dijî Elewiyan û qedexeyên li dijî Misilmanan bi destê dewleta Tirk û partiyên dewletê yên kemalîst û mihafazakar pêk hat. Lê herkes jî dizane ku; berovajî vê yekê, têkoşîna Kurdan ji bo wan giştan mercên vejînê û xweîfadekirinê derxist holê. Elewiyên Kurd jî yên Tirk jî Tevgera Kurd û ev pratîka wê, ku li berçavan e, rind nas dikin. Bo çareserkirina pirsgirêka Kurd demokrasî divê û helbet demokrasî jî bona herkesî ye!..

Ev polîtîkayên qilêr sewa tenêhiştina Kurdan tên meşandin! Ji ber vê yekê jî ne tenê Kurdên Elewî û Sunnî, civakên bawermed û etknîkî yên li Tirkiyeyê gişt divê hişyar bin. Li hemberî propagandayên reş ên kemalîstan, AKP’îyan, qaşo îslamîst û çepgirên sexte divê herkes ji bo aştî, çareserî û demokrasiyê mil bide milê Kurdan û hêz bide têkoşîna wan…

Têkoşîna Kurdan ji bo herkesî keştiya azadî û demokrasiyê ye û eger negîhije qeraxê, wê çaxê em gişt ê bi hev re di deryaya zilmê de bifetisin…

 

PAYLAŞ

Yorumunuzu yazınız