PAYLAŞ
  1. “Di nav Alawiyan de 7 hozanên mezin hene.”
  2. “Rastîhatina Kurdê kirêt û Mihemed.”

 

Nizanim kîjan zimanî lê gotinek heye: “Dînekî kevirek avet bîrê / 40 baqilan nikarî derbixe.” Ev herdu gotinên şaş jî wisa ne. Ew dîn kî bûn? Ezê li ser wan binivîsînim…

Şaşitiyê Yekemîn

“Di nav Alawiyan de 7 hozanên mezin hene.”

Di dîroka Alawîtiyê de gotinekê wek “7 hozanên mezin” tune ye. Cemalettin Ulusoy di salên 1940an de ev tespîta xwe nivîsand û mezinên me kategorîze kir.

Li gorî Ulusoy hozanên mezin yê Alawiyan ev bûn: “Şah Îsmaîl (Hatayî), Pîr Sultan Abdal, Kul Hîmmet, Yemînî, Vîranî, Nesîmî û Fûzûlî.”

Berî Ulusal di nav Alawiyan de ev kategorî tunebû. Alawiyan teoriya Ulusal qebul nekirin. Ji ber çi? Wisa bersiv dan: “Ev hozanên me mezin in yê din namezin in?”

Balkeşê… Di nav kategoriya Ulusoy de Yunus Emre û Baba Tahirê Uryan tune ye. Alawîtî baweriyekê bi wêje û helbestê ve giredayiyê. Gelek hozanên mezin derxistin. Ji bo ve yekê jî kategorî şaş e.

Şaşitiya Dûyemîn

Dîrokzan Kemal Mazhar Ahmed di ciwantiya xwe de rojnameyên kevin yê Kurdan lêkolîn dike.

Nivîsekê rojnameya Pêşkewtinê (7ê Cotmehê 1920/Silemanî) bala wî dikşîne… Di vê nivîsê de ev şaşitî heye:

“Piştî belavbûna nav û dengê Pêxember Efendî, siltanê mezin yê Turkistanê Oğuzhan di nav Kurdan de Begdoz şand cem pêxember. Sifatê Begdoz kirêt bû. Dema ku pêxember wî dît xwe paş de kişand û pirskir:

‘Tu kî ye?’ Got ‘Ez Kurd im.’

Pêxember jî wisa got: ‘Ya Xweda qewmekê wisa bila sernekeve. Ger serketin yê cîhanê bilerzînin.’ Piştî ve duayê Kurdan dewlet û saltanat nedîtin.”

Mamoste Kemal Mazhar Ahmed di sala 1981an de kitebê xwe yê bi navê “Dîrok” de ev nivîs weşand û rexne kir. Rexneyê Mamoste jî wisa ye:

“Ev nivîs şaş e. Ji ber ku Îslam mîladî 639an de li Kurdistanê belav bû. Ev dîrok piştî Mihemed e û di dema Omer e. Îslam piştî salên dûr û dirêj çû Turkistanê.”

PAYLAŞ

Yorumunuzu yazınız