PAYLAŞ

kadin_dengbejXELÎL DALKILIÇ

Lêkolînerê folklora kurdî Veysî Varlik, muzîkê wek hunerekî xwedayî dide naskirin û li ser wê dibêje; “muzîk ahenga di navbera ax û ezmên e, zimanekî gerdûnî ye û zimanê ruhê însên e!”

Kurdan di dîrokê de ne tenê hawar û qêrîna xwe, li hinda vê yekê evîn, şahî, miraz û baweriya xwe jî bi melodiyan, bi mûzîkê anîne zimên. Her têkiliyên xwe yên civakî û yên bi xwezayê re bi awaz û newayan (melodî) xemilandine û ew kirine wek bingeha folklora xwe û heta îro anîne. Kurd bi xwe li ser vê mijarê serê xwe zêde neêşînin jî, tê gotin, ku di pirtûkxaneyên li seranserê cîhanê di derbarê vê yekê de xeylî belge û dokuman hene.

Wek beşeke folklor û kulturê, muzîkên xelkan bi hevdu re didin û distînin. Bi vê yekê re danûstandina hestan û ji hev famkirina xelkan jî pêş dikeve. Yanî, mîna ku tê gotin; muzîk zimanekî gerdûnî ye.

Çend roj berê di ajansa basnews’ê de gotinên muzisyenê kurd Mehdî Ehmedî hatin weşandin. Ehmedî, Maestroyê Orkestraya Fîlarmoniyê ya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û dibêje, ku niha Kurdistan wek çavkaniya muzîka cîhanê tê naskirin.

‘Kurdistan çavkaniya muzîkê ye!’

Mehdî Ehmedî, di hevpeyvîna ku pê re hatiye kirin de vê zanyariya balkêş wiha tîne zimên: “Heta sala 2011’ê Girava Girît a Yûnanîstanê wek çavkaniya muzîka cîhanê dihat naskirin, lê piştî lêkolînên Dr.Hemîdreza Erdelan û Dr.Derwêş û bi biryara encûmeneke cîhanî ya li Rûsyayê, navê Kurdistanê wek yekem çavkaniya muzîka cîhanê hat tomarkirin û ev bona her ferdekî kurd şanaziyek e.”

Mehdî Ehmedî herwiha dibêje ku, “tarîxa muzîkê li Kurdistanê heta 15 hezar sal berî zayîna Mesîh vedigere. Di wê demê de Kurdistan hêlîna muzîka cîhanê bûye û gelên din ji Kurdistanê fêrî muzîk û stranan bûne.”

Gorî zanyariya ku Ehmedî bilêv dike, mirovahî li Kurdistanê dest bi hawar û qêrîne û herwiha bi stran û kilaman kiriye. Herwiha hunermendê kurd ê bi nav û deng Mezher Xaliqî jî li ser muzîka kurdî dibêje, “Kurdistan xwediyê kultureke dewlemend e û li Rojhilata Navîn jî xwediyê cihekî taybet e. Herwiha hevwelatiyên Kurdistanê bi wefatirîn û hesttirîn xelkê cîhanê ne.” Helbet em kurd vê yekê nekin tenê mal û milkê xwe, lê dîsa jî mîna ku Mehdî Ehmedî dibêje; ev bo kurdan giştan şanaziyek e…

dengbejMuzîka Rojhilat gihand Ewropayê

Herwiha, di dîrokê de bahsa stranbêjekî ku navê wî Ziryab an jî Zoryab (Ebûl Hasan Alî Îbn Nafî, 789-852) e tê kirin. Li ser eslê Ziryab hinek dîrokzan dibêjin ew kurd e; lê hinek jî wî wek îranî an afrîkî didin nasandin. Tê gotin, ku Ziryab di sala 822’yan de ji Bexdayê çûye Endilûs a Spanyayê û bi muzîka xwe ya rojhilatî bandoreke mezin li muzîka Ewropayê kiriye. Ziryap bi hevahengiya muzîka Rojhilat, ya xelkên derdora Derya Spî û muzîka Ewropayê sentezek çêkiriye û di serdema navîn de li seranserê Ewropayê bahsa muzîk, hest û zerafeta wî hatiye kirin.

Di baweriyên kurdan de muzîk

Kurd xelkekî ewqas bi muzîkê ve girêdayî ne ku li Kurdistanê muzîk bûye parçeyekî dîn an jî baweriyê jî. Stran û melodî mîna awazên pîroz hatine pejirandin û gotin. Îro li Bakur kurdên Riya Heqî (Elewî), li Rojhilat kurdên Yaresanî (Ehlî Heq) û li Başûr kurdên Kakeyî hên jî rîtûelên baweriya xwe bi tembûr û defan pêk tînin. Di cemê de dia, îlahî, gulbang û dansên xwe yên pîroz bi muzîkê ve pêşkêş dikin.

Folklora kurdî bîreke bêbinî ye

Li hember zordestiya serdestan a bi sedan salan hebûn, ziman û çanda kurdî piranî bi muzîka kurdî û wêjeya kurdî ya devkî li ser pê ma ye. Her nirx û dewlemendiya kurdewarî di stran, kilam û çîrokên kurdî de xwe parastiye û zindî maye. Îro her kurd dikane di herêma xwe de lêkolînan bike û pirr tam, reng û ruhê kurdewarî yên nû ji stran û kilamên kal û pîran derêxe holê. Di serî de muzîk, folklora kurdî tev bîreke bêbinî ye û hewceyî lêkolînkirin, zindîkirin, tomarkirin, arşîvkirin û jinûve bikaranînê ye…

PAYLAŞ

Yorumunuzu yazınız