PAYLAŞ

halilXelil DALKILIÇ

Bêdengiya li hemberî bûyerên li rojavayê Kurdistanê pêk tên, ji her hêlan ve hişê mirov tevlîhev dike, mirov pê şaş dimîne… Li ber çavan zilm û hovitiyeke aşkere li Kurdên Rojava tê kirin, lê her kes ji nedîtinê ve tê. Qirkirineke ku her kes bi zindî temaşe dike, li dar e; lê cîhan tev li hemberî vê yekê kerr û lal e!..

Însan çi ye, insaniyet çi ye? Dîn çi ye, wijdan çi ye? Hestên mirovî gişt serûbinî bûne û mîna gotinên bêwate ketine ber bayê zilmê û li pêş çavên mirovahiyê diherikin û wenda dibin. Hinek komên hov ên ku ji nirxên mirovî tu par nestandine, bi banga ‘Allahû ekber!’ insanên me serjê dikin, jin û zar û zêçên Kurdan dikujin û bedenên wan davêjin çol û beyaran…

Tirkiye û rejîmên dîktatorî yên li Rojhilata Navîn him bi xwe alîkariyê bi van çeteyên hov re dikin him jî ji bo alîkariya wek çek, lojîstîk û şervan bigîhije wan, deriyên xwe heta dawiyê vekirine.  Dewletên Ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî him pêşî ji bo herikandina lojîstîk, pere û militanan re vekirine û him jî ji bo ku çekên giran bi wan were dayîn, biryar li ser biryaran distînin. Ew çeteyên ku Serokê Rusyayê Vilademîr Pûtîn wek ‘yamyam’, yanî kesên ku goştê însanan dixwin, bi nav kir jî dev ji şerê li dijî arteşa Suriyeyê berdane, bi giştî berê xwe dane herêmên Kurdan û jin û zarokên Kurdan dikujin…Hevkariyeke ne tenê di nava hêzên navdewletî û ew

hêzên hov de li dar e; mixabin bi hezaran mixabin, ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bi girtina deriyên sînorê re niha hevkarê ew hêzên hov ên li rojavayê Kurdistanê Kurdan qir dikin e!..

Mirov bi helwesta hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî şaş dimîne. Li hemberî êrîşên li dijî Kurdan pêk tên, bêdengiya partiyên çep û rêxistinên Elewiyan mirov dixe nava gumanê. Li hember ewqas zilmê, tu deng ji wan jî dernakeve. Qey ew bi dewletekî cîran ê ji hêla El Qaîdeyê ve were bi rêvebirin re amade ne!?.

Di serî rêxistinên Elewiyan û yên çep û sosyalîst û hêzên din ên li hember polîtîkayên AKPê xwe wek muxalefet nîşan didin, gişt ew berteka ku ji bo Beşar Esed nîşan dabûn, îro li hemberî qirbûna Kurdan nîşan nadin, xwe wek kerr û lal dikin!..

Gelo ji bo rêxistinên Elewî, yên çep û sosyalîst, El Qaîde ji Kurdan çêtir e? Ên ku di çapemeniyê de bahsa qaşo tirsa ji hevkariyeke Kurd û  Sunniyan dikir û bi vê angaştê qiyamet radikirin, niha li ku ne? Ên ku ji bo Beşar Esad konser û mîtîng li dar dixistin, ma niha zimanê xwe qult kirine? Ên ku ji azadiya Kurdan ditirsiyan, gelo ji hovên El Qaîdeyî natirsin?…

Di vir de tenê wateya tirseke ji AKPê, nijadperestiyeke kor a Tirkî û dijminatiyeke bêbinî ya li dijî Kurdan xwe dide der! Eger qaşo demokratên Tirkiyeyê wisa bin, wê çaxê siberojeke wekhev û ya bi hev re wê çawa were avakirin? Muxalefeteke di derbarê mafê Kurdan de ewqas sersar û li hemberî qirkirina Kurdan ewqas bêxem, ji bo demokrasiyekî hevdem wê çitûlî bi AKPê re gavan bide avêtin?

Divê were zanîn, ku siberojeke azad, wekhev û adil wê bi azadiya Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê re pêk were. Heta ku li deverekê xwîna Kurdan biherike û êş û jana Kurdan dewam bike, li Tirkiyeyê ne aştiyeke rastîn çê dibe û ne jî jiyaneke adil a bi hev re wê were avakirin. Azadiya Kurdên li Rojava, kilîta demokratikbûna Tirkiyeyê ye jî.

Bona vê yekê jî divê rêxistinên Elewî, sosyalîst û yên demokrat gişt biryara xwe a niha bidin; gelo dixwazin bi Kurdan re, an bi El Qaîdeyê re bijîn!..

PAYLAŞ

Yorumunuzu yazınız